Introduction
Introduction Statistics Contact Development Disclaimer Help
# taz.de -- Quncik – Tûpa Oksîjenê: Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!
> Rojnameger Nedîm Turfent ku çar sal e di girtîgehê de ye bi boneya Cejna
> Zimanê Kurdî nivîsî û em vê nivîsê bi kurdî diweşînin.
Bild: Rojnameger Nedîm Turfent ev çar sal in di girtîgehê de ye.
Dizanim hûn bêzar bûne ji nivîsen li ser vîrûsê. We neheq jî nabînim. …
ez ê jî behsa metirsiya Covid-19ê ya li girtîgehê nekim di van rojên min …
heps û tecrîtê de. Jixwe van rojan nivîsandin piçekî li min giran jî tê…
ber vê yekê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê dixwazim di vê
nivîsa xwe de li ser mijara ziman rawestim. Analîzeke zimannasî ji min hêvî
nekin. Heta devê min geriya ez ê binivîsim. Bi ser de jî ez vê nameyê bi
zimanekî biyanî, bi tirkî dinivîsim.
Li Tirkiyê rê li ber perwerdeya kurdî hatiye girtin li gel ku ew zimanê
dayikê yê bi milyonên kurdên li wî welatî ye. Ji aliyekî ve perwerdeya bi
kurdî hatiye qedexekirin, ji aliyê din ve pêwendiyên Tirkiyê li gel zimanê
kurdî têra xwe durûtî, tewşîtî û nakokiyan dihewîne. Kanaleke televizy…
ya dewletê heye ku bi awayek fermî weşanên kurdî lê berdewam e, lê belê
“Welat“ yanî rojnameya tekane ku rojane weşanên kurdî dikir hatiye girt…
Tirimpêlên polîsan li bajarên kurdan anonsa “li malê bimînin“ bi kurd…
dikin lê belê şaredariyên di destê qeyûman de tabelayên bikurdî tînin
xwarê. Nexwe zimanê kurdî ji bo dewleta tirk azad e lê belê ji bo kurdan
qedexe ye. Ravekirina vê durûtiyê ne hêsan e. Zar û zimanê kurdî hebûya…
bixwe bigota bê ka çi anîne serê wî.
Nimûneyek jî ew e ku xizmeta wergerê ya li Balafirgeha Stenbolê bi 36 ziman
û bi 80 zaravayan tê pêşkêşkirin lê belê kurdî ne di nav wan de ye. D�…
kurdî ne yek ji wan 8 zimanan e ku Wezareta Tenduristiyê pê xizmetên xwe
pêşkêş dike. Zimanê kurdî di parêznameyên li dadgehan de û di axaftin�…
parlementoyê de hîn wekî “zimanekî nenas“ tê qeydkirin li girtenameyan…
gelo ev dijminatiya li hember ziman jixwe zirarê nagihîne “yekîtî û
tevahiya welat“?
Mafê zimanê dayikê wekî mafekî hatiye ferz kirin li gorî Peymannameya Maf…
Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî. Herwiha UNESCO ji sala 1953an vir ve pêşniyar
dike zarok hîndekariya destpêkê bi zimanê xwe yî zikmakî bibînin. Lê î…
sala 2020an de hîn li Tirkiyê ne karûbarên gişkî ne perwerde bi zimanê
dayikê nîne. Ji ber vê yekê, salên pêşî yên perwerdeyê ji bo şagird�…
li şûna fêrbûna mijaran bi fêrbûna zimanekî biyanî derbas dibe. Hema b�…
rewşa “linguicide“ yanî kuştina zimanê ye. Heger xwedî lê neyê derke…
rê li ber neyê vekirin bo geşepêdana wî ya di nav jiyanê de tu pêşeroj
namîne ji bo zimanekî ji bilî mirina wî.
Di warê parastina kurdî de berpirsyariya sereke dikeve ser milê me kurdan
bixwe. Divê em hemû pêwendî û danûstandinên xwe bi zimanê xwe bikin. We…
malbatên kurd, divê em zarokên xwe fêrî kurdî bikin û ragihandina hemû
jiyanê li mal û li derve, li kolan û kuçeyan, li sûk û bazaran li ser kur…
ava bikin. Divê em dest bidin hev di têkoşîna xwe ya ji bo perwerde û
xizmeta giştî. Bi vê boneyê Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê li we pîr…
dikim. Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!
Wergera ji tirkî: Ayet Aram
15 May 2020
## AUTOREN
Nedim Türfent
## TAGS
taz.gazete
Özgürlükler
taz.gazete
## ARTIKEL ZUM THEMA
You are viewing proxied material from taz.de. The copyright of proxied material belongs to its original authors. Any comments or complaints in relation to proxied material should be directed to the original authors of the content concerned. Please see the disclaimer for more details.